Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP’ê Devlet Bahçeli banga xwe ya ji bo serokê PKK'ê Abdullah Öcalan dubare kir. Aliyê dewletê dixwaze PKK yekser çekan berde. Hevdem hikûmetê careke din qeyyûm avêtin ser sê şaredariyên Kurdan. Pisporê zanistên siyasî Dr. Cuma Çiçek şîrove dike. Von Celil Kaya.
Di encama hilbijartinên 5’ê Mijdarê de namzetê Partiya Komarparêz Donald Trump careke din wekî serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê hat hilbijartin. Ji Washington’ê, ji beşa Kurdî ya Radyoya Dengê Amerîka Robîn Reşvan encamên hilbijartina Trump dinirxîne. Von Kamil Basergan.
Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Tirkiye’yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin. Von Celil Kaya.
Di 5’emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye’yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey’yê û rewşa li herêmên dagirkî dipeyivin.
Von Celil Kaya.
Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin ni nebûna parlamentoyeke çalak de tên li dar xistin. Em jî Hewlêr'ê bi ronakbîr Aso Haidari, bi rojnamegerên ji Silêmanî Dilshad Anwar û ji Duhok'ê Niamat Maronsî re li ser pêvajoya hilbijartinê û bendewariyên hilbijêran dipeyivin. Von Kamil Basergan.
Almanya û Tirkiye’yê careke din li ser vegerandina penaberan li hev kirin, lê belê îcar mijar xelkê Sûrî yan Afxanistan’ê nînin, hevwelatiyên Tirkiye’yê ne, ku penaberiya wan nehatiye qebûl kirin. Û Hêjayî gotinê ye, pirraniya wan Kurdên me ne. Em jî li ser vê rêkeftinê ji Rêxistina Gelên di bin metirsiyê de, bi Dr. Kemal Sido re dipeyivin.
Von Celil Kaya.
Bi ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî du sal buhurîn. Xwepêşandan wekî berê girseyî nînin jî mirov nikare behsa aramiyekê li Îran’ê bike. Ka di van du salên buhurî de çi hat guhertin? Bi taybetî nifşa nû, ku pêşengiya xwepêşandanan dikirin niha çi dikin. Ji Komeleya Jinên Azad ên Rojihilatê Kurdistan’ê KJAR’ê çalakvana mafên jinan Meyrem Fethî bersiv dide. Von Celil Kaya.